Heyeta Amerîkayê ya leskerî çû ciyê krîzê li Ûkraynayê

Heyeta Amerîkayê ya leskerî çû ciyê krîzê li Ûkraynayê

PeyamaKurd – Li aliyekî dijberiya navbera Ûkraynayê û Rûsyayê dewam dike li aliyê dinê heyetekî ji konseya siyaseta derve ya Amerîkayê seredana herêma Donbasê ya Ûkraynayê kir. Li ser ziyareta heyeta Amerîkayê Navenda Hêzên Hevpar ya Ûkraynayê ragihand ku heyeta Amerîkayê li Donbasê lêkolînan kiriye. OOC mijarê weha ragihand:

“Di 14 gulanê de nûnerên konseya siyaseta derve yên Amerîkayê bo devera operasyonên hêzên hevpar seredanekî kirine. Heyet seredana parastvanên deryayê yê Ûkraynayê kiriye û dema li ser deryayê çûye, hebûna keştiyên Rûsyayê li Derya Azakê dîtine. Mêvan paşî li ser xebatên noqteya kontrolê ya çûn û derketinê ya Gnutovo agahî sitendine.”

Piştî seredana heyetê, Amerîka bûye şahidê hebûna hêzên Rûsyayê li Derya Azakê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin