Hêzên Pencsîrê gef li Talîbanê xwarin: Hûnê jî wekî Rûsan bên têkdan!

Hêzên Pencsîrê gef li Talîbanê xwarin: Hûnê jî wekî Rûsan bên têkdan!

PeyamaKurd – Hêzên berxwedanê yên li herêma Pencşîr a Afganistanê ku xwe radestî Talîbanê nekirine, gef xwarin.

Yek ji fermandarê hêzên berxwedanê yê girêdayî Ehmed Mesud, Şemsuddin Hamid, hişyarî da Talîbanê û gokt, ew ê jî wekî Rûsan li herêmê bêne têkdan.

Hamid diyar kiriye ku Yekîtiya Sovyeta berê dema dagirkirina Afganistanê nekariye Pencşîrê bixe kontrola xwe û destnîşan kir, wê Talîban jî rastî heman têkçûnê were.

Hamid got: "Heta em sax bin ti artêşek nikare Pencşîrê bixe kontrola xwe. Ti kes li vir di bin rejîma gefxwar, hejarî û sefaletê de najî. Gelo Talîban bawer dike emê xwe radest bikin?”

Fermandarê Pencşîrê herwiha da xuyakirin ku pêwîste Talîban pêkanîna hilbijartinan qebûl bike û ew dixwazin yên heq dikin welat birêve bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin