Hikûmeta Îspanyayê, destwerdana kirêyên xaniyan kir

Hikûmeta Îspanyayê, destwerdana kirêyên xaniyan kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Îspanyayê de hatin ragihandin, pêşnûmeya yekemîn a xaniyan ku ji aliyê hikûmeta koalîsyona çep a hindikahiyan ve li Îspanyayê hat amadekirin, zêdekirina kirêyên xaniyan sînordar dike.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di dîroka demokrasiya welêt de cara yekemîn e ku hikûmetê ji bo çareseriya pirsgirêka xaniyan a ku di van salên dawî de li Îspanyayê her diçe zêde dibe, destwerdana kirêyên xaniyan kir.

Hat zanîn ku pêşnûmeqanûna navborî, bi piştgiriya herdu şirîkên hikûmetê Partiya Karkerên Sosyalîst û partiyên cudaxwaz ên Katalan û Baskê, bi 176 dengan li hember 167 dengan li meclisê hatiye qebûlkirin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, piştî ku pêşnûme li Meclîsê hat qebûlkirin daxuyanî da çapemeniyê û got, "Ev qanûn ji bo demokrasiya Îspanyayê xaleke girîng e. Pirsgirêka xaniyan ji % 70 newekheviya civakê ye û ev jî gelek êşên civakî yên wekî modela neo-lîberal a ku spekulasyon û gendeliyan bi xwe re tîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin