Hikûmeta serxwebûnxwaz a Katalonyayê hat avakirin

Hikûmeta serxwebûnxwaz a Katalonyayê hat avakirin

PeyamaKurd – Hikûmeta nû ya rêveberiya xweser a Katalonyayê ku dikeve rojhilatê Îspanyayê, bi beşdariya du partiyên serxwebûnxwaz hat avakirin.

Serokê Partiya Komarîparêz a Katalonyayê (ERC) Pere Aragones ê 38 salî ku partiya wî di hilbijartinên 14ê Sibatê de serkeftin bi dest xistibû, hikûmeta nû ya Katalonyayê ava kir û bû serokê Katalonyayê.

Partiya Yekîtiya Gel jî wekî hevpeymana hikûmetê ji derve piştgirî da partiya ERCê û hikûmetê bi vî awayî ji parlamenê bawerî stand.

Aragones piştî avakirina hikûmeta 132yemîn a Herêma Xweser a Katalonyayê, ragihand ku wê karê wan ê sereke xebata ji bo cudabûna ji Îspanyayê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin