Hilbijartina Serokomariyê: Dengdana li derve îro bi dawî dibe

Hilbijartina Serokomariyê: Dengdana li derve îro bi dawî dibe

PeyamaKurd Li nûnertiyên Tirkiyeyê yên li derveyî welat îro pêvajoya dengdayînê bi dawî dibe, wê heta 28ê Gulanê saet 17.00an li gumrukê dewam bike.

Li gor agahiya ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hat hildan, di çarçoveya pêvajoya dengdayînê ya ku di 20ê gulanê da li deriyên gumrikê û nûnertiyên dervayê welêt destpê kiribû 1 milyon û 733 hezar û 940 deng hatin bikaranîn.

Xebatên dengdayînê yên li nûnertiyên derveyî welat wê danê êvarê bi dawî bibin, wê heta 28ê Gulanê saet 17.00an li gumrukê dewam bikin.

Îsal li derveyî welat li 73 welatan sindoq hatin danîn û 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêrên Tirkiyeyê qeydkirî ne. Li hinek welatan proseya dengdanê bi dawî hat. Hilbijêr li 16 welatan ku di nav wan de Amerîka, Almanya, Belçîka û Îngilîstanê jî hene, dengdana xwe berdewam dikin.

Deng wê bi rêgezên YSKê di bin ewlekariya bilind de, bi pîsiyên dîplomatîk ji Tirkiyeyê re bên birin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin