PeyamaKurd- Ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê ji heyvekê kêmtir wext ma. Piştî ku lîsteyên namzetên wekîltiyê jî zelal bû, pirsnameya/anketa pêşî hate eşkerekirin.
“Şirketa Lêkolînê ya bi navê Mediar”ê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê anketek çêkir û encamên anketê weşandin. Anket di 22-23yê Gulanê de li 26 bajaran bi 4 hezar û 268 kesan re rû bi rû hatiye çêkirin.
Di anketê de hatiye pirskirin ku “Heke vê yekşemê hilbijartin çêbibe, hûn ê raya xwe ji kê re bidin?
Beşdarvanên anketê bi vê rêjeyê bersiv dane (piştî kesên ku biryar nedane, hatin belavkirin):
Recep Tayyip Erdogan: %43,50
Muharrem İnce : %22,20
Meral Akşener : %19,31
Selahattin Demirtaş : %12,79
Temel Karamollaoglu : %1,61
Dogu Perinçek : %0,60
Li gorî van encaman, hilbijartin dimîne tûra duyem û Recep Tayyip Erdogan û Muharrem İnce tenê dimînin ji bo namzetbûna Serokomariya Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin