PeyamaKurd – Hizbullahê ragihand ku wan bi moşekan êrişî paytexta Îsraîlê Tel Avîv û derdora wê kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Hîzbullahê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Baregeha Glîlot a Yekîneya Îstîxbarata Leşkerî ya Îsraîlê ya 8200 a li derdora Tel Avîvê bi moşekê hat bombekirin.
Di daxuyaniye da hat balkişandin ku ev êrîşa navborî "ji bo piştgirîkirina bi biryardariya gelê Filîstinê ya li Kerta Xezzeye, ji bo parastina Lubnan û gelê wê û berteka êrîşên Îsraîlê hat kirin."
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê ragihand ku 20 moşek ji Lubnanê ber bi deverên curbicur ên wî welatî ve hatine avêtin, beşek ji wan moşekan ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê "qubeya hesinî" ve hatine îmhakirin û hinek jî ketine cihên vala.
Li gorî medyaya herêmî, di êrîşan de ti kes nemiriye û birîndar nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin