PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Konseya Bilind yê ewlehiya netewiya Îranê Alî Larîcanî ragihand ku xeberên di medyayê de tên weşandin yên wekî senaryoyên şer, rast nînin û muzakere dewam dikin.
Larîcanî got ku Îran amade ye bi DYA re muzakereyan bike û dê di bin tehdîdan de dê muzakereyan neke. Bi eksa senaryoyên ku di medyayê de tên belavkirin, bo muzakere ciyê xwe bigrin, pêvajo dewam dike. Laricani di ser hesabê medya civakî Xê de got:
“Berevajiyê têgeha şer ya ku di ser medyayê de bi awayekî çêkirî dikin, pêvajoya bo avakirina mekanîzmeya muzakereyan pêşde diçe.”
Îran berê jî gotibû ku amadeye muzakereyên nuklerî bi Amerîkayê re bike lê Îran di bin tehdîdê de muzakereyan nake.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin