PeyamaKurd – Sibê, roja Pêncşemê 19ê Sibata 2026an, hêzên deryayî yên Îran, Rûsya û Çînê li Kendava Omanê û bakurê Okyanûsa Hindê dê dest bi tetbîqateke leşkerî ya mezin bikin.
Ev tetbîqata ku bi navê "Kembera Ewlehiya Deryayî" hat ragihandin, di demekê de pêk tê ku krîza li herêmê û deryayên navneteweyî di asta herî bilind de ye.
Berdevkê tetbîqatê, Kontramîral Hesen Meqsûdlû, ragihand ku armanca sereke ya van manevreayan xurtkirina ewlehiya deryayî û parastina keştiyên bazirganî û tankerên petrolê ye. Di çarçoveya tetbîqatê de, hêzên deryayî yên her sê welatan dê li ser van xalan bixebitin:
Peyama ji bo Rojavayê
Ev tetbîqata ku ji sala 2019an ve bi awayekî salane tê lidarxistin, ji aliyê pisporên leşkerî ve wekî peyamekê ji bo Amerîka û hevalbendên wê tê dîtin.
Fermandarê fîloya Rûsyayê, Alekseyî Sergîv, diyar kir ku ew amade ne li her herêmê tetbîqatên wiha bikin, ku ev yek nîşana kûrkirina hevkariya leşkerî ya eniya li dijî Washingtonê ye.
Beşdariya Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) di vê tetbîqatê de, giringiya manevreyan ji bo stratejiya parastinê ya Îranê zêdetir dike, bi taybetî di parastina herêmên stratejîk ên mîna Tengava Hurmizê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin