Îranê kolberekî Kurd ê dî jî kust!

Dîroka weşanê :
Îranê kolberekî Kurd ê dî jî kust!

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Selmasê pasdaranê Îranê li kolberên Kurd reşandin. Di encamê de kolberek hate kuştin.

Êrîşên dewleta Îranê yên li dijî kolberên Kurd bi dawî nabin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya li Rojhilatê Kurdistanê (Hengaw) duh li bajarê Selmasê li herêma Şîpîranê pasdaranê Îranê êrîşî kolberên Kurd kir. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Feramerz Celî Baqû yê 26 salî jiyana xwe ji dest da. Kolberê bi navê Zakirî Celî Baqû yê 30 salî jî birîndar bû. Zakirî Celî Baqû rakirine nexweşxaneyê. 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin