PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Pîranşarê kolberekî Kurd ji aliyê pasdaranê Îranê ve hate kuştin.
Roj naçe ku Îran kolberekî dî jî nekuje. Kolberên Kurd bi barê ku li ser pişta xwe dikin, ticaretê dikin û bi vî rengî hewl didin ku debara xwe bikin.
Vê sibehê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Pîranşarê li herêma Serdeştê kolberekî Kurd ji aliyê pasdaranê Îranê ve hate kuştin û kolberek jî birîndar bû.
Navê kolberê ku hatiye kuştin, Xizir Mufîdî bû û ji gundê Gumanê bû.
Duh jî li nêzîkî gundê Doletûyê pasdaranê Îranê li komeke kolberan reşandibû û kolberê bi navê Resûl Husênzade hatibû birîndarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin