Iraq sewqiyata leskerî li Kerkûkê dike!

Dîroka weşanê :
Iraq sewqiyata leskerî li Kerkûkê dike!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku rêvebiriya Iraqê, ji roja şemiyê ve, gelek leşker sewqî Rojavayê Kerkûkê kirine.

Li gorî “Dengê Amerîkayê” li Iraqê li bajarên Diyala, Selahaddîn û Kerkûkê li çolê, hinek şer û pevçûn derketin û di encamê de hinek kesên sivîl hatin kuştin. Artêşa Iraqê jî bi hinceta hebûna IŞÎDê, leşkerên xwe derbasî herêmê dike.

Di derbarê mijarê de Serokê Partiya Demokrat a Tûrkmenan Nazim Kahya axivî û got ku IŞÎD li bajarên Diyala û Selahaddînê pir çalak e, lê belê hêzên Iraqî vê yekê vedişêrin.

Kahya wiha dewam kir: “Hêzên Iraqî, tenê xwe diparêzin, herêmê tu caran naparêzin. Bi taybetî jî navçeya Kerkûkê Hawîcê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin