PeyamaKurd- Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bajarên ku rewşa wan baş û nebaşin ji aliyê wezîrê tenduristiyê Fahrattin Koca de hat ragihandin. Bajarên ku nexweşîn li wan zêde bûne: Îstanbol, Ankara, Gaziantep, Konya û Diyarbekir in. Bajarên ku nexweşîn li wan herî kêmin: Artvin, Dêrsim, Bayburt, Kırklareli û Bartın in. Rewşa Kovid-19 ê ya îro weha ye:
4.232.067 test heya îro hatine kirin.
218.717 kes heya îro bi nexweşînê ketine.
5.475 nexweş heya îro mirine.
1.231 nexweş di beşên hûrlênêrînê de ne.
394 nexweş bi alavên nefesê ve girêdayîne.
201.013 nexweş heya îro baş bûne.
40.943 test îro hatine kirin.
918 kes îro bi nexweşînê ketine.
17 nexweş îro mirine.
1.179 nexweş îro baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin