PeyamaKurd- Li Sûriyê li herêma Hesekê rêxistina terorî IŞÎDê êrîş bire ser konvoya PYD û Amerîkayê. Li gorî îddayan hinek jê leşkerên Amerîkayê, tevde 15 kes hatin kuştin.
Di derbarê bûyerê de çavkaniyeke nêzîkî IŞÎDê îdda kir ku çekdarên IŞÎDê li nêzîkî Hesekê li pêşiya konvoya PYDê û Amerîkayê xefkek vedabûn. Di dema ku konvoy derbas bû de, bombeyên keviya rê hatine teqandin û şer derket. Di encama şêrr de 15 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn. Li gorî îddayan di nava kuştiyan de leşkerên Amerîkayê jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin