PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşa Îsraîlê ya bi ser navenda îstixbarata leşkerî ya Sûriyê de, 3 endamên îstixbaratê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan, balafirên şer ên Îsraîlê îro danê sibehê gundewarên li herêma Qesîr a başûrê rojavayê Humisê navenda îstîxbarata leşkerî rejîma Sûriyê hedef girt.
Di êrîşa ku nêzî deriyê Cosiye-Qaî yê di navbera Sûriye û Lubnanê de hate encamdan de, deriyê sînorî ji xizmetê derket.
Herwiha hate ragihandin ku 3 endamên îstixbarata Şamê jî di wê êrîşê de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin