PeyamaKurd – Li 22 bajaran ku navenda operasyonan Îstenbol bû, operasyon kirin ser endamên MLKPê û 96 gumanbaran xistin binçav. Ji 56 gumanbaran li dadgehê 47 kesan ji wan şand zîndanê. Wê 40 gumanbarên din jî sibê bişînin dadgehê.
0perasyon bi serpereştiya asayîşa Îstenbolê bi beşa TEMê û beşa îstîxbaratê bi hev re kirin. Heya niha ji 96 kesan tenê îfadên 56 kesan hatiye girtine.
Ewilî gumanbaran birin kontrola doktor û ji wê derê birin edliya Çağlayanê ya Îstenbolê.
Serdozgeriya Îstenbolê jî li ser operasyonan daxwuyanî dabû ku opersyon kirine ser rêxistina Partiya Komunîst ya Marksist Leninist (MLKP).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin