Ji Almanya daxuyaniya endamtiya Yekîtiya Ewropa ya Ukraynayê

Dîroka weşanê :
Ji Almanya daxuyaniya endamtiya Yekîtiya Ewropa ya Ukraynayê

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di kongreya partiya Keskan de piştgirîya xwe ya bo endamtiya Ukraynayê ya Yekîtiya Ewropayê ragihand.

Baerbock, diyar kir ku ew di wê baweriyê de ku dê bi beşdariya Ukraynayê Yekîtiya Ewropa bihêztir bibe û got: “Eşkere ye ku dê di pêşerojeke tê pêşbînîkirin de, Ukrayna Yekîtiya Ewropayê bihêztir bike.”

Herwiha Baerbock da zanîn ku dê Ewropa piştevaniya Ukraynayê di şerê Rûsyayê de jî berdewam bike, hem di nav YE de hem jî di nava NATOyê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin