Kalin: Me di kûrahiya 30 km de ‘Herêma Ewle’ pêk anî

Kalin: Me di kûrahiya 30 km de ‘Herêma Ewle’ pêk anî

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku wan di kûrahiya 30 km de di navbera Girêspî û Serêkaniyê de, herêma ewle pêk aniye.

Îbrahîm Kalin diyar kir ku dê herêma ewle piştî civînên ligel Neteweyên Yekbûyî (NY) rewşa dawî bistîne.

Kalin herwiha li ser lutkeya ku beriya niha Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihandibû jî got ku wan li ser lihev kiriye 3-4ê Kanûna 2019an li civîna NATO ya Londonê bi Almanya, Fransa, Brîtanya re li ser krîza Sûriyê bicivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin