Karwana duyem a alîkariyê, gihîst Xezayê

Karwana duyem a alîkariyê, gihîst Xezayê

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku karwana duyemîn a alîkariya mirovî ku ji 17 kamyonan pêk tê, îro ji Deriyê Sînor ê Refahê ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezayê hatibû vekirin, derbas bû. 

Li gorî agahiyên hatin dayîn, hat ragihandin ku karwana duyemîn a ji 17 kamyonan pêk tê, ji Deriyê Sînor ê Refahê ku duh ji bo gihandina alîkariyên mirovî ber bi Şerîda Xezayê ve hatibû vekirin û piştî derbasbûna konvoya yekem dîsa girtibû, derbas bû.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji bo hewcedariyên Şerîda Xezayê bên dabînkirin, bi qasî 100 kamyon alîkarî hewce ye.

Karwana kamyonên alîkariyê yên ku ji çar aliyên cîhanê ber bi Şerîda Xezayê ve hatibûn şandin, duh gihîştibûn Xezayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin