Kestiya balafiran ya Amerîkayê di Behra Sor de derbas bû

Kestiya balafiran ya Amerîkayê di Behra Sor de derbas bû

PeyamaKurd- Pentagon bo çavê Îranê bitirsîne keştiya xwe ya balafiran ya bi navê USS Abraham Lincoln, di Behra Sor de derbas dike. Li gor ragihandina serokwezîrtiya Misrê ku bi awayeka nivîskî ragihandiye; serokê Kanala Suweyşê Mûheb Memîş bi ataşeyê leşkerî yê balyozxaneya Misrê, bi general Ralph Groover re hevdîtin kiriye.

Groover ragihand ku ji Memîş agahî sitendiye ku keştiya wan bi awayeka selametî di Suweyşê de derbas bûye û sipasiya xwe bo Memîş ragihandiye.

Serokwezîtirya Misrê di mijara çûna ku keştî bi ku de çûye agahî neda. Di raya giştî de tenê tê zanîn ku li dijî tehdîdên Îranê keştî li herêmê hatiye wezîfedarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin