PeyamaKurd – Brîtanyayê biryar da ku Wagner bi fermî wekî "rêxistina terorê" îlan bike.
Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê koma çeteyên Wagner a Rûsyayê weke "rêxistineke terorîst" îlan kir.
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê da hat destnîşankirin, Wagner wek "rêxistina terorê" hatiye îlankirin.
Bi vê biryarê Koma Wagner li Brîtanyayê bi awayekî fermî hate qedexekirin.
Kesên ku endam, alîgir, fînansor an jî reklamkerên Wagner bin, wê bi cezayên sûc re rû bi rû bimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin