PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku dê Îranê 4ê Tîrmehê bi fermî bibe endamê Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê.
Lavrov li Moskowê di merasîma vekirina navenda Rêxistina Hevkariya Şangayê de axivî û got, dê di lûtkeya 4ê Tîrmehê de, endamtiya Îranê bi fermî bê pesendkirin.
Rêxistina Şangay ji welatên Çîn, Rûsya, Kazaxistin, Kirgizistan, Tacikistan, Ozbekistan, Hindistan û Pakistanê pêk tê ku ji bilî Îranê Tirkiye jî bi wan re di nav diyalogê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin