Kompaniya FlyDubai dest bi firînên Tel Avîvê kir

Kompaniya FlyDubai dest bi firînên Tel Avîvê kir

PeyamaKurd – Di çarçoveya normalkirina pêwendiyên navbera Îmarat û Îsraîlê de, Kompaniya FlyDubai, wek gaveke nû îro Pêncşemê dest bi firînên Tel Avîvê kir.

Li gor zanyariyan, firîna FZ1163 ya FlyDubai flight îro di saet 11:38ê nîvro de gihişt balafirgeha Ben-Gurion International û rêwî ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hatin pêşwazîkirin, herwiha CEOyê FlyDubai Gaith el-Gaith jî, ku bi xwe jî di balafirê de bû, xêrhatina mêvanan kirin.

Herwiha balafir vegerê jî di saet 6:37an de gihişt Balafirxaneya Navnetewî ya Dubai. Gerokên Îsraîlî bi nîşandana pasaportên xwe, silav dan rojnemevanan û kesên ku li wan temaşe dikirin.

Kompaniya netewî ya Îsraîlê El Al jî li ber e ku di meha donzdehan, Berfanbarê de dest bi firînên bajarê Dubai bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin