PeyamaKurd- Fuzeya hîpersonîk ya bi navê Avangard hat ceribandin û biserket. Fuze di navbera qit’ayan de tê avêtin û ji deng 20 car zûtir dikare here. Ferman ceribandina fuzeyê ji aliyê serokê dewleta Rûsya Vladimir Putin ve hat dayîn. Putin fermanê li navenda rêvebiriya parastinê da û di ekranê de temaşe kir.
Putin ji aferînerên fuzeyê re, ji kesên ku testê kirin û ji rêvebirên wezareta bergiriyê re sipasiya xwe kir û weha got:
“Wê sîstema Avangardê sala pêşiya me bikeve nava xebatê û bo sîstemê wê yekîneyeka nû bê avakirin. Ev sîstem bo niha û bo pêş bo parastina hewayî, bo parastina sîstema fuzeyî, nayê jêrdestkirin. Ev serkeftineka mezine.”
Fuze ji aliyê sîstema parastinê ya dijmin de nayê dîtin û dikare bi hêsanî sîstema parastina dijmin berteref bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin