Peyamakurd - Partiya Komariya Gel (CHP) ya Tirkiyeyê piştî ku parlamentarê wan ê Erdexanê Ozturk Yilmaz, ‘Azana Tirkî’ û ‘Sonda Me’ ya hatiye rakirin parast, daxuyaniyek weşand.
CHPê bersiveke tund da Yilmaz û got, ‘Her çi kes pişt wî hebin dê derkeve holê.’
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Yildirim Kaya li navenda partiyê ya Enqerê daxuyakirin ku CHP li dijî banga erebî nebûye û nabe.
Kaya li ser daxuyaniyên Ozturk Yilmaz ku gotibû, kes nikare wî ji partiyê îxrac bike jî wiha axivî: “Ev mijar ne hêjayî niqaşkirinê ye jî. Li pişt wî çi kes hebin dê derkeve holê. Lê her çi dikin bila bikin, bikevin nav çi hewlan jî dê CHP 31ê Adarê deshilyatiya heramiya hilweşîne û deshilatdariya herêmî bi dest bîne.”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bertek nîşanî daxuyaniyên Ozturk Yilmaz dabû û partiyê ji bo sizakirinê Yilmaz sewqî dsîplînê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin