Li Pîransarê pasdarekî Kurd hat kustin

Li Pîransarê pasdarekî Kurd hat kustin

PeyamaKurd –  Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarekî Kurd di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, do li gundê Zêwiye yê Pîranşarê, pasdarekî Kurd bi navê Osman Hacî Husênî, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Hêza çekdar ya bi navê “Helokanî Zagros” ku nêzîkî PDKÎyê ye, kuştina wî pasdarî girtiye ser xwe.

Helokanî Zagros diyar kiriye, ji ber ku wî pasdarî beriya niha Pêşmergeyekî Rojhilatî şehîd kiribû, biryar dane wî bikujin û tola wî Pêşmergeyî hilînin.  

Osman Hacî Husênî, welatiyê bajarê Pîranşarê bû û 17 sal bû, bibû endamê sipaha pasdarên Îranê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin