PeyamaKurd- Li Amerîka li Washingtonê ji 79 dewletan temsîlkarên wan tevlî civînê bûn ku civîn ya wezîrên karên derve yên koalîsyona li dijî DEAŞ ê ye. Axaftina destpêka civînê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kir. Pompeo di axaftina xwe de got:
“Em leşkerên xwe ji Sûriyê vedikşînin lê ev nayê vateya ku me dawî li têkoşîna xwe aniye. Em ê vê têkoşînê bi we re mil bi mil bidin û dewam bikin.”
Pompeo wekî din di derbarê Iraqê de axifî û got ku bo di herêmên rizgarkirî de aramî û îstîqrar çêbibe, wê Amerîka û hevkarên xwe bi hukumeta Iraqê re bixebitin.
Herkes bende ye bê wê Trump di civînê de çi biaxife.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin