Lavrov: Wê Ukraynayî ji rejîma Neo-Nazî rizgar bibin!

Lavrov: Wê Ukraynayî ji rejîma Neo-Nazî rizgar bibin!

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, rejîma Kîevê weke "neo-Nazî" nirxand û diyar kir, "Gelê Ûkraynayê wê ji rejîma neonazî xelas bibe."

Sergey Lavrov da zanîn, gelê Ukraynayê wê “ji rejîma neo-Nazî xelas bibe.”

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku Ukraynayî "layîq in bi birayên xwe yên Slav re di nav hevaltiyê de bijîn."

"Gelê Ukraynayê wê ji desthilatdarên neo-Nazi xelas bibe, heq e ku bi birayên xwe yên Slavî re di nav cîrantiya baş, hevaltî û bextewariyê de bijî."

Lavrov destnîşan kir, guhertinên bûne sedema şerê li Ukraynayê bêyî bandora hêzên derve pêk nehatin û got, "Ne tenê di wateya rûmetkirina Naziyan de, di wateya ku nazîzm bûye teorî û pratîka rayedarên niha yên Ukraynayê."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin