PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber barana zêde li hejmarek bajarên Îranê lehî rabûye û ji ber lehiyê 11 kesan li herêmên başûrê Îranê can dane.
Li gorî ragihandina medya Îranî, 2 kes ji wan li bajarê Bender Ebas û 9 jî li parêzgeha Faris, Bû Şehir û bajarê Qomê ji ber lehiyê can dane.
Dezgehên ragihandinê yên herêmî diyar kirin ku ev lehî ji doh ve rû daye û li 8 parêzgehên Îranê xistiye.
Herwiha hat zanîn ku ji bilî qurbanan, gelek rê jî hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin