PeyamaKurd – Hat ragihandin li 8 parêzgehên Îranê lehî rabûne û di encama lehiyan de, nêzî 60 birîndar û mirî hene.
Serokê Rêxistina Hawarçûnê ya Îranê Cehfer Mîadfer got, ji ber lehiyê li 8 parêzgehan, 6 kesan can daye û herî kêm 53 kesên din jî birîndar bûne ku hejmarek kes jî winda ne.
Cehfer Mîadfer da xuyakirin, piraniya qurbaniyan li parêzgeha Esfehanê bûne, ku çar kesan can dane û 9 kes jî birîndar bûne. Li parêzgehên Azerbaycan û Erakîş jî kesekî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin