PeyamaKurd- Li rojhilatê Afxanistanê, li bajarê Hostê mizgefta bi navê Yaqûbiye ku weka navenda hilbijartinê tê bikaranîn, do êrîş biribûn serê û 10 kes mirin. Îro jimara miriyan derket 17 kesan.
Rêvebirê asayîşa bajarê Hostê Abdul Hennan ragihand ku medresa Yaqûbiyê weka navenda hlibijartinê tê bikaranîn û do bombeya ku li mizgeftê hatibû bicîhkirin, piştî limêja înê, di dema ku xelk ji mizgeftê belav dibû hat teqandin.
Hannan ragihand ku di êrîşê de jimara miriyan derketiye 17 kesan û ya birîndaran jî 37 kesin. Do jimara miriyan 10 û ya birîndaran 34 kes bûn. Mizgeft bo hilbijartina parlementoyê ya 20 ê cotmeha 2018an qeydiyên hilbijêran dike.
Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin