Li Berlînê oteleke dîrokî ruxiya: 2 kesan can da

Li Berlînê oteleke dîrokî ruxiya: 2 kesan can da

PeyamaKurd – Li paytexta Almanya Berlînê, beşeke oteleke nêzî Rûbara Moselle ruxiya.

Hate ragihandin di bûyera rûxîna otelê ya li bajaroka Krövê rû daye de, hejmara miriyan gihîştiye 2 kesan û ji 7 kesên di bin kavilan de mane 5ê wan jî hatine rizgarkirin.

Rayedarên Alman daye xuyakirin ku hîn sedema rûxîna otelê nehatiye zanîn û wê piştî bidawîbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, lêpirsîn bê destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, otela ku rûxîn tê de çêbûye di sedsala 17emîn de hatiye avakirin û di sala 1980yî de jî hatibû nûjenkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin