Mizgefta dîrokî dema nimêjê ruxiya: 10 mirî, 25 birîndar...

Mizgefta dîrokî dema nimêjê ruxiya: 10 mirî, 25 birîndar...

PeyamaKurd – Mizgefteke dîrokî ya li eyaleta Kadûna ya welatê Nijeryayê di dema nimêja êvarê de ruxiya.

Hate ragihandin ku dema cemaet li ser nimêja êvarê bû ji nişka ve mizgeft ruxiyaye û di encamê de 10 kes mirine û 25 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran ragihandiye ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bidawî bûne û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Mizgefta ku ruxiyaye sala 1830î hatiye avakirin û li Nijeryayê yek ji mizgefta herî zêde geştiyaran serdana wê dikir bû.

Hêjayî gotinê ye, beriya ku mizgef bi temamî biruxe jî derz û xisar tê de hatibûn tespîtkirin ku biryar bû were temîr kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin