PeyamaKurd - Ji ber zêdebûna belavbûna Korona, her dewlet bi awayekî din tedbîran distînin. Hikûmeta Brîtanya jî di çarçoveya vê da, biryara şerta maskeyan ji 24ê Tîrmehê pê ve da.
Li gor zanyariyan, dê karbidestên Hikûmeta Brîtanya roja Sêşemê biryara li ser maskeyan ragihînin.
Herwiha, kesên bêmaske derkevin wê 100 sterlîn ceza bidin.
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson roja duşemê gotibû li marketan bikaranîna maskeyan ‘’hewce’’ ye.
Partîya Karkeran jî, ku li Brîtanya li rikeberîyê ye, xwestibû ku ew ser maskeyan demûdest biryarekê bidin.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya ji 290,000 kesan zêdetir bi vîrusa Korona ketine, 44,915 kesan jî bi wê can dane
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin