PeyamaKurd - Li bajarê Buşehr devera Bender Genawe ya li başûrê Îranê îro erdhejeke bi pileya rixter a 5.9an çêbû.
Navenda lêkolînên erdhejan a Îranê ragihandiye ku erdhej li gor dema Îranê li demjimêr 11:11ê bi hêza 5.9 çêbûye.
Li gor zanyariyên kdyşf Îranê erdhej gelekî bihêz bûye û li parêzgehên derdorê jî hest pê hatiye kirin.
Heta niha derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de ti agahî nehatine belav kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye şeva borî jî erdhejek bi hêza 3 li bajarokê Benek ê qezaya Kenkanî ya parêzgeha Bûşehr çêbûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin