PeyamaKurd – Di Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê ya li Dûbaîyê hate lidarxistin de, welatên beşdarên konferansê li ser dûrketina ji sotemeniyên fosîl li hev kir.
Ajansa AFPê ragihand ku di lûtkeyê de, herî kêm ji bo maweya 30 salan aliyan li ser li hev kiriye ku ji sotemeniyên fosîl yên wekî petrolê dûr bikevin.
Li gorî pisporan sedema vê lihevkirinê jî hevkariya herdu welatên Amerîka û Çînê bûye ku lîderên herdu welatan ji bo vê gelekî hewl dane.
Li aliyê din li COP28ê aliyan diyar kiriye ku hewlên ji bo pêkanîna armancên Peymana Keşûhewayê ya Parîsê ya Neteweyên Yekbûyî têrê nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin