Li Dêrezorê serekî giran di navbera HSD û DAISê de diqewime

Li Dêrezorê serekî giran di navbera HSD û DAISê de diqewime

PeyamaKurd - Li Dêrezorê şerekî giran di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de derket ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî bombebaranê dikin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gundê Şecel yê girêdayê navçeya Baxoz li herêma Dêrazorê, şerekî giran di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de derketiye.

Li gorî daxuyaniyê di encamê wî şerî de 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

HSDê ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî jî, bi balafirên xwe yên şerî li dijî DAIŞê piştevaniya wan kir.

Di heman demê de HSDê da zanîn ku hêzên wan xebatên lêgerînê li vê deverê didomînin, di xebatên paqijkirinê de, hejmarek çekên ferdî û cebilxane hatin desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin