Li Îdlibê grûpên çekdar dest bi serê hevkirin

Li Îdlibê grûpên çekdar dest bi serê hevkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Îdlib a Sûriyê di navbera grupên çekdar, Heyet Tahrîr El-Şam û Lîwayên Nûredîn Zengî de şerekî tund qewimî. Di ancama şerî de 2 ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat bidestxistin, li bakurê Sûriyê di navbeyna çolkariya bajarê Îdlibê û çolkarîya rojavayê Helebê de di navbera Heyet Tahrîr El-Şam û Lîwayên Nûredîn Zengî de şerekî tund rû daye.

Wek tê ragihandin şer li rojavayê Helebê li devera Kefferê gur bûye, ji sivîlên ku di bin gulebaranê de mane 2 ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor zanyariyan ji Îdlibê teqwiye bo herdu aliyan hatiye kirin û di encama pevçûnê de ji herdu aliyan hejmarek zêde çekdar hatine kuştin.   

Herwiha ji bo sekinandina şerî grûpên çekdar hewl dane ku wan li hev bînin, lê biserneketine û şer dewam kiriye.

Di şerê li hember rejîma Sûriyê de Heyet Tahrîr El-Şam û Lîwayên Nûredîn Zengî 5 salan bi hevre tevgeriyan herwiha di êrîşên li ser Îdlibê de jî bihevre kar dikirin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin