PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê, îro li bajarê Kerecê yê Îranê balafireke perwerdehiyê ket xwarê û di encama vê qezayê 2 kesan can dan.
Di nûçeya ku spartiyê Gerînendehiya Têkiliyên Giştî ya Balafirgeha Peyamê hat belavkirin de hat diyarkirin ku “Li Balafirgeha Peyam a Kerecê, di encamên zanyariyên ku hatin ber destan de hat hînbûn ku 2 kesên di balafirê de bûne, canên xwe ji dest dane.”
Di daxuyaniya ku hat dayîn de li ser sedema ketina balafirê, agahî nehatin parvekirin û hat ragihandin ku li ser vê qezayê, ji aliye dezgehên ewlehiyê ve lêpirsîn û lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin