PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê El Anbarê teqîn çêbûn. Di encma teqînan de 36 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li Iraqê li bajarê El Anbarê du êrîşên terorîstî pêk hatin. Di encama êrîşan de 36 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Di derbarê êrîşan de Wezareta Tendurustiyê ya Iraqê daxuyaniyek da û got ku li Selahaddînê li bajarê Siniyê trempêleke bombebarkirî hate teqandin û di encama teqînê de 33 kesî jiyana xwe ji dest da. Îro sibehê jî li Fellûceya bajarê El Anbarê trempêleke bombebarkirî hate teqandin. Di encama vê teqînê de jî 3 kesî jiyana xwe ji da.
Di van demên dawî de IŞÎDê êrîşên xwe yên li Iraqê zêde kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin