PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa Îstenbol a Tirkiyê bi sedema ku ji xelkê bertîl (ruşwet) sitendine, ewilî 39 polîsan ji ser wezîfa wan girt û paşî biryara wan ya xistina binçav da.
Hat ragihandin ku her 39 polîs, li ser giliyên xelkê ku polîs kamyonên tonajên wan zêde, ji kamyonên ku ewraqên wan kêmin, ji mînîbus û alavên bazirganî bertîlê sitendine, hatine binçavkirin.
Di xebatên rêvebiriya asayîşê de, tîmên buroya xespê 7 polîsên ku tayîna wan çûye bajarên din, 39 polîsên li aliyê Anedolê ku piraniya wan polîsên trafîkê ne, bi temamî 46 polîs ber destê sibê xistine binçav.
Sitendina Îfadên her 39 polîsan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin