Li Kanadayê êrîsa bi kêran: 2 kustî, 5 birîndar…

Dîroka weşanê :
Li Kanadayê êrîsa bi kêran: 2 kustî, 5 birîndar…

PeyamaKurd – Li demeke ku êrîşên terorî yên tundrewên îslamî li Fransayê berdewam dikin, li welatê Kanadayê jî kesekî bi cilûbergên heyama Qirna Navîn li bajarê Quebecê êrîşek bi ser sivîlan de pêk anî.

Polîsê Kanadayê ragihand, êrîşkarekî li Herêma Quebecê bi kêrê êrîş bir ser hejmarek kesên sivîl û 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Herwiha hat diyarkirin ku êrîşkar hatiye desteserkirin û lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Sedema wê êrîşê hîn diyar nebûye û li ser êrîşkar lêkolîn berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin