PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro danê êvarê li herêma Başkurdistan a Rûsyayê di kargeheke petrokîmyayê de teqînek çêbû.
Li gorî zanyariyan, teqîn di xeta boriyê ya kargeha petrokîmya ya Sterlitamak a herêma Başkurdistanê çêbûye û di encamê de 3 kes birîndar bûne.
Li kargeha petrokîmya ya têqîn lê çêbûye, hilberîna berhemên sotemeniya jetan û benzînê tê kirin ku dikeve 500 kîlometre rojavayê Moskowê.
Derbarê sedema teqînê de ti agahiyek nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin