PeyamaKurd- Li Tirkiyê di bin sêhwana operasyonê KCKê de duh nîvê şevê li neh bajaran operasyon hate kirin. Di encamê de 90 kes hatin binçavkirin.
Di derbarê bûyerê de Serdozgeriya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di operasyonê de li Amedê 80, li Stenbolê 3, li Wanê 2, li Şernex, Riha û Mêrdîn her yekê yek kes hate binçavkirin. Di operasyonê de ji bo 151 kesî biryara binçavkirinê derketibû. Ji van kesan 90 kes hatin binçavkirin.
Ji van kesan hinek jê rojnamevan û siyasetmedar in. Yên ku navên wan têne zanîn ev in: Abdurrahman Gok, Kibriya Evren û Semîha Alankuş, û Serokê bajarê Amedê yê HDPê Mehmet Şerîf Çamçi.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin