Li Sernexê ser derket: Polîsekî Tirkiyê hate kustin!

Li Sernexê ser derket: Polîsekî Tirkiyê hate kustin!

PeyamaKurd- Li Şernexê li herêma Bestan di navbera hêzên ewlehiya Tirkiyê û çekdarên PKKê de şer derket. Di encama şêrr de polîsek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya çapemeniya Tirkiyê, li Şernexê li herêma Bestan hêzên ewlehiya Tirkiyê operasyon dikirin. Nêzîkî sibehê hêzên ewlehiyê û çekdarên PKKê leqayî hev hatin. Çekdarên PKKê li leşkerên Tirkiyê reşandin. Leşkeran jî di cih de bersiv dan û şer derket. Di encama şêrr de polîsekî operasyonên taybet û leşkerek birîndar bûn. Her du birîndar bi firokan rakirin nexweşxaneya Şernexê. Lê belê polîs nehate xilaskirin.

Li herêmê operasyona bejayî û hewayî hate destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin