Waliyê Hatayê Erdal Ata ragihand ku leşkerekî ku li Çiyayê Amanosan di şer de birîndar bûbû, îro mir.
Waliyê Hatayê Erdal Ata li Nexweşxaneya Skenderûnê daxuyaniyek da û wiha got: Leşkerekî me yê birîndar jiyana xwe ji dest da. Erdal Ata wiha berdewam kir:
Li Çiyayê Amanosan artêşa me operasyona lêgerîn û paqijiyê dikirin. Di vê navberê de çekdarekî PKKê yê birîndar, li leşkerên me reşand û yek jê birîndar kir. Ev birîndarê me îro jiyana xwe winda kir. Ji ber ku me PKK ji Efrînê derxist, ew jî dixwazin heyfa xwe hilînin û dijî me hinek bersivan bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin