PeyamaKurd – Li Stenbolê di operasyonên li dijî rêxistina terorê DAIŞê de, 17 gumanbar hatin desteserkirin.
Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya Buroya Lêpirsîna Teror û Sûcên Rêxistinî ve hat kirin de hat diyarkirin ku 27 kesên girêdayî DAIŞê çalakiyan dikin.
Di operasyona ku ji aliyê ekîbên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hat lidarxistin de 17 gumanbar hatin desteserkirin.
Xebatên lêgerînê ji bo girtina gumanbarên din berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin