Li Ûrmiyê 3 pasdarên Îranê hatin kustin

Li Ûrmiyê 3 pasdarên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd -  Di encama pevçûna hêzeke Kurdistanî û Supaya Pasdarên Îranê li dorûbera Çaldiranê ya ser bi Ûrmiyê 3 serbazên Supaya Pasdarên Îranê hatin kuştin.

Ligor zanyariyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê belav kiriye duhê êvarê (02.07.2019) li dorûbera Çaldiranê di navbera hêzeke Kurdistanî û Supaya Pasdarên Îranê da pevçûn derket û di encama pevçûnê da 3 pasdarên Îranê yên bi navê Tewhîd Musteşarî, Elî Esxer Heyderzade û Husên Dergahî hatine kuştin.

Binkeya Hemze ya Supayê Pasdaran di wê derbarê da daxuyaniyek belav kiriye û kuştina sê pasdaran piştrast kiriye. Herwiha di daxuyaniyê da hatiye aşkerekirin ku ji hêza beramber jî 2 kes hatine kuştin.

Li gor zanyariyên Hengawê peyvçûn di navbera hêzên PKKê û supayan de derketiye. Li aliye din heta niha PKKê derbarê wê pevçûnê da tu daxuyanî nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin