PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 20ê Gulanê di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê – Îranê (PDKÎ) û pasdarên Îranê de şer rû daye.
PDKÎyê ragihandiye ku di şerê ku li ser rêya navbera Bokan-Mahabadê bi pasdarên Îranê re rû daye de, du Pêşmergeyên wan şehîd bûne û hejmarek pasdarên Îranê jî hatine kuştin ku hejmara wan nehatiye zelalkirin.
Navên wan Pêşmergeyên şehîd Sohrab Khediripour û Enwer Nasirî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin