PeyamaKurd- Li gorî agahiyên rojnameya fermî ya Peruyê, piştî xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên di meha kanûnê de li Perûyê dest pê kirin û li 41 parêzgehan belav bûn, banga rewşa awarte ya ji bo mehekê hat kirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di dema ku xwepêşandanên piştî ku serokê berê Pedro Castillo di 7ê Kanûnê de li Peruyê, welatiyekî Amerîkaya Başûr ji kar hatibû havêtin dest pê kirin, ji hêla hukûmetê ve gaveke nû hat havêtin.
Hat ragihandin ku hikûmeta Perûyê; li paytext Perû, bajarên Cusco, Puno û Callaoyê, ji bo xwepêşandanên ku herî kêm 48 kesan jiyana xwe ji dest dabûn rawestîne, rewşa awarte ragihand.
Biryara Rewşa Awarte ya 30 rojan a ku di rojnameya fermî de hat weşandin, destûr dide artêşê ku ji bo vegerandina aramiyê destwerdanê bike. Her wiha li gorî biryara nû, gelek mafên destûrî yên wekî xwenîşandanê tên rawestandin.
Xwepêşandanên ku piştî ji kar havêtina Castillo destpê kirin, li 41 eyaletan belav bûn. Xwepêşanderên ku daxwaza îstifakirina Dîna Boluarte ya piştî Castillo bû serokomar û hilbijartineke pêşwext çêbûbû, kirin; duh li bajarê Cusco careke din daketin qadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin